Serdozgeriyê der barê bûyerên Mûglayê de daxuyanî da 2017-10-13 21:50:26   MÛGLA – Di daxuyaniya ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê hat dayîn de, hat diyarkirin ku raporên otopsiyê yên 6 kesên jiyana xwe ji dest dane derneketine û hat derpêşkirin ku şopa gelek guleyan li ser bedena wan heye. Lê belê, parêzer û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane gotibûn li ser bedena wan şopên guleyan tune ne.    Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê, der barê 7 kesên ku hatibûn derbkirin, ji paş ve destên wan hatibûn kelemçekirin û wêneyên wan ên tazî hatibûn serwîskirin û der barê mirina 6 kesên ku hatibû îdiakirin di 5-6’ê Cotmehê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane, bi awayekî nivîskî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku kesên hatine zevtkirin endamên PKK’ê ne û cih da materyalên dijital û muhîmatên ku hat îdiakirin li ser kesên hatine zevtkirin hatine dîtin.    Serdozgeriyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de, diyar kir ku tenê der barê 7 kesên wêneyên wan hatine serwîskirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha di daxuyaniyê de, hat gotin ku raporên otopsiye yên kesên jiyana xwe ji dest dane nehatine derxistin, lê belê li ser bedena wan şopên gelek guleyan hene.   PARÊZER: ŞOPÊN GULEYAN TUNE BÛN    Her wiha Parêzer Gunfer Karadeniz, ku tevî malbatên ku ji bo cenazeyên xwe wergirin çûbû morgê, anîbû ziman ku ew berê jî ketiye gelek otopsiyan lê belê cara ewil ew bi tiştekî wisa re rû bir û maye. Karadeniz, diyar kiribû ku wî li ser çav û pêşiya cenazeyan şopên guleyan nedîtiye. Karadeniz, dest nîşan kiribû ku derfet tune bûye ku ew li hêla piştê ya cenazeyan binere û diyar kiribû ku di warê înfazê de şik û gumanên wan hene.    MALBAT: ŞOPA GULEYAN TUNE BÛ   Abdulselam Arslan, apê Musa Arslan ku jiyana xwe ji dest da, aşkera kiribû ku di dema şûştina cenazeyê biraziyê xwe de ew li gel mele bûye, cenaze bi baldarî şopandiye û wiha gotibû: "Di laşê wî de şopê guleyan tune bûn. Tenê şopên hin derban hebû. Di guh û qalçeya wî û li ber lebatên wî yên zayendî şopên reş hebûn. Difikirim ku bi îşkenceyê hatine kuştin. Şopên guleyan tune dibe bi çekên kîmyawî hatibin kuştin."