Ji 150 hezar girtiyan kijan dê karibe dengê xwe bidin? 2018-05-24 12:17:21   ÎZMÎR – 150 hezar girtî li girtîgehan in. Nifûsa girtiyên ligirtîgehan di ser ya 13 bajaran re ye. Ji van girtiyan tenê girtiyên ku doza wan didome û di çarçoveya "sûcên bi taksir" hatin cezakirin dê karibin biçin ser sirdoqan û dengê xwe bidin.    Di serdema 16 salên AKP'ê de hêjmara girtîgehan 4 qat sêde bû. Dema AKP nû hat îktîdarê 55 hezar girtî hebûn. Di 27'ê Mijdara 2017'an de hêjmara girtiyan gihişt 230 hezar û 735 kesan. Nifûsa gritiyênk li girtîgehan ji ya 13 bajarên li Tirkiye zêdetir e. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dê li 384 girtîgehan sindoq bê avakirin. Girtiyên li girtîgehan tenê kesên ku doza wan didome û ji "sûcdariya bi taksir" hati cezakirin dê karibin biçin ser sirdoqan û dengê xwe bidin. Li gori biryara YSK'ê ya 26'ê Nîsana 2018'an, dê li girtîgehên ku hêjmara girtiyan zedeyî 6 kesan be dê sindoq bê danîn. YSK, dê hêjmara hilbijêrên girtî yên biçin ser sindoqan herî dereng di 21'ê Hezîranê de dê dîyar bike.    NÊZÎ 150 HEZAR DÊ NIKARIBIN DENG BIDIN   Prz. Mecit Yildirim,  der barê sindoqên ku li girtîgehan bê avakirin agahî da û wiha got: "Kesên ji doza siyasî ceza nexwaribin dê karibin deng bidin. Kesên ji siyasete ceza xwaribin wekî “taksir” nayê hesibandin û ji ber vê yekê siyasetmedarên ku hikum xwaribin nikarin biçin ser sirdoqan. Di hilbijartina 16'ê Nîsana 2017 ya referandumunêde li girtîgehan 78 hezar kes xwedî mafê dengan bûn. Lê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê hêj ev hejmar zelal nebûye. Hilbijartina referandumê ya 16'ênîsanê li gorî hilbijartina 1'ê mijdara 2015'an ji sedî 20 zêde bû. Niha disa zêdebûn çê bûye. Bi giştî nêzî 150 hezar girtî dê nikaribin dengê xwe bidin.