Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 758'an serî li dozgeriyê dan 2018-05-24 11:08:24   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin, cara 758’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Fuat Coşacak û Newroz Uysal, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 758’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    757 serlêdanên parêzerên Ocalan yên ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye" û “OHAL'ê” ji aliyê dozgeriyê ve hatin redkirin.