Yalçindag: Baluken bi destê darazê ji siyasetê dahfdan 2018-05-24 11:03:11   AMED – Parêzera Îdrîs Baluken ê ceza lê hat birîn Reyhan Yalçindag Baydemîr nirxand û got: “Baluken bi rêya darazê ji siyasetê hat dahfdan.”    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ji 4’ê mijdara 2016’an ve girtî ne. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê cezayê li Baluken hatibû birîn êrê kir. Dadgehê bi giştî 16 sal û 8 meh ceza li Baluken birîbû, lê ji vî cezayî 9 sal û 2 meh erê kir. Piştî ku HDP’ê Baluken ji bo rêza 1’emîn a Namzetiya Êlihê da nîşandan balkêş bû ku du roj şûn ve cezayê wî hat erêkirin. Ji ber ceza li Baluken hat birîn dê YSK wî veto bike. Heke veto neke jî sibêro Baluken bibe parlamenter jî dê mazbataya wekîliyê nedinê.    'JI DESTPÊKÊ VE DIJ HIQÛQÎ DIDOME’    Parêzera Baluken, Reyhan Yalçindag Baydemîr biryara cezakirinê nirxand û got: “Jixwe di destpêkê de destnedayîna wekîltiyê li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn bû. Dij hiqûqiya darazê ya li dijî wekîlên HDP’ê didome. Baluken bi helwestek ku li dijî xebatên qanûnçêkirinê (yasama) re rû bi rû ye. Baluken axaftinên xwe yên li Meclîsê li derve tenê dubare kir. Ji ber vê yekê cezayê wî erê kirin.”    'DI DEMEK DU MEHAN DE ÇAWA 18 KLASORÊN DOSYEYÊ XWENDIN’    Yalçindag destnîşan kir ku biryara Dadgeha Îstînafê li dijî qanûn û hiqûqê ye û got: “18 klasor dosyeyên doza Baluken hene. Di nava 2 mehan de çawa çêbû ku van dosyeyan hemû xwendin û lêkolîn kirin. Van dosyeyan baş lêkolîn nekirine û nexwendine. Ne pêkan e ev biryar bê qebûlkirin. Birêz Baluken bi destê darazê ji qada siyasete hat dafdan. Biryar ji hiqûqbûnê derketiye û em nav nabîni li vê yekê bikin. Emê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind bidin.”    MA / Denîz Tekîn