Namzetê Rihayê yê AKP'ê Fakibaba piştî bû wekîl rûyê xwe reş kir 2018-05-24 10:04:02   RIHA - Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê yê AKP'ê û namzetê parlamenteriyê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba yê berê di nava gel de hekîme baş bû, piştî bû wekilê AKP'ê îmaja xwe xêz kir. Faqibaba ê wekî "Hekîmê baş" li trêna AKP'ê suyar bû bi pênaseya "Lêdana rojnamegeran" û "goştê îthal" bû namzet.    Parlamenterê Rihayê û Wezirê Sewalkarî, Çandinî û Zexîreyan ê serdema 26'emîn yê AKP'ê Ahmet Eşref Fakibaba, di serdema 27’an de dîsa li Rihayê di rêza yekem de namzet e. Eşref Fakibaba di hilbijartina 28'ê Adara 2004'an de bû şaredarê Rihayê yê AKP'î. Di 2009'an de ji AKP'ê îstîfa kir û serbixwe bû Şaredarê Rihayê. Ji sedî 44 deng stend û bû şaredar. Fakibaba li hemberî gotina Erdogan a 'Ez çakêtê xwe dînim dê bibe şaredar' ji AKP'ê îstîfa kir û serbixwe bû şaredar. Erdogan gef li Fakibaba xwaribû û gotibû "Yên carekê ji trênê peya bûn carek din nikarin li trênê suyar bibin. Lê piştî Fakibaba hat hilbijartin jibo wî dîsa li trêna AKP'ê suyar bikin ketin nava hewldanan. Fakibaba yê tevî 4 encumenên AKP'ê derbasî partiya Saadetê bû, piştî ku Numan Kurtulmuş ji Saadetê derbasî AKP'ê bû, Fakibaba jî derbasî AKP'ê bû û di 22'ê Çileya 2013'an de dîsa li trêna AKP'ê suyar bû. Ji ber vê yekê Gelê Rihayê yên dengê xwe dan Fakibaba hatin xapandin. Fakibaba ku di hilbijartina 2014'an de şaredarî dewrî Celalettin Güvenç kir, di 7'ê Hezîrana 2015'an de dîsa di rêza 7'an de bû wekîlê AKP'ê yê Rihayê. Fakibaba di 19'ê Tîrmeha 2017’an de di kabîneya wezîran de cih girt û bû Wezîrê Çandî, Zexîre û Sewalkariyê.    Fakibaba heta niha di meclîsê de ji bo dayîna Madalyaya Îstîklalê ya Rihayê îmze avêt û dîsa ji bo guhertina qanûna bingehîn 2 îmze avêt. Fakıbaba heta niha li meclîsê tu pêşniyarên nivîskî û devkî nekirine. Dîsa der barê pêşniyarên lêkolîn û lêpirsînê tu tişt îmze nekir. Fakibaba bi giştî 11 caran derket kursîyê û carekê li kursiyê sond xwar. Tenê 15 caran di komîsyonêde axivî. Fakibaba hem bi qada çandiniyê ya beriya Rihayê got ez serbilind im, lê li aliyê din di milê koçberî û betaliyê de ku Riha li herî pêş e tu tişt nekir. Dîsa di milê Beriya Herranê, Beriya Pirsûsê, Beriya Bazikê ku ji ber bêaviyê zuha dibe neket nava tu hewldanan.    WELATÊ KU BERÊ GOŞT DIFIROT PIŞTÎ FAKIBABA GOŞT KRÎ   Tirkiye ku berê goşt difirot welatên derve, piştî Fakibaba bû Wezîrê Çandinî, Zexîre û Sewalkariyê biryar da ku dê 75 hezar ton goşt ji dervê welat bikirin.  Fakibaba ku welat mahkûmî kirîna goşt kir, dawî li sewalkariye anî. Herî dawî 218 hezar û 802 ton goştê dewarê karkas ji derve kirî. Ji bo vê yekê 5 milyar dolar pere da. Fakibaba bi gotina xwe ya "Hevsera min bi 29-31 tl goşt dikire, hûn bi 70 tl goşt bikirin ew pirsgirêka we ye." bû mijara pertekên gel.    Wezaretê di 2017’an de 700 milyon lîra piştgiriya mazotê da rençberan. Li gorî îdîa dikirin dê di 2018’an de ji sedî 50 piştgirî bidana rençberan. Lê tenê ji sedi 7 piştgirî dan. Fakibaba îdîa kir ku di navbera salên 2003-2017'an de ji sedî 16 piştgirî dane û bi giştî 7.5 milyar TL daye rençberan. Lê şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Stenbolê ji sedî 60'ê bacên dide, tenê lêçûna mazotê ye.    Divê ji bo 2 milyon û 267 hezar û 176 rençberên endamê Pergala Qeyda Rençberan (ÇKS) di sala 2018’an de li gorî cureyên çandiniyê serê dekarê 14- 44 lira piştgirî bide rençberan. Komeleya Çandiniyê ya  Tirkiye (TZD)  diyar kir ku serê dekara genim, çeh, çewder û çandiniyê din 19 lîre bide û ji bo pembû û garis serê dolimê 44 lîra bide tu fêdeya wê tune ye.    Ahmet Eşref Fakibaba bi krîna goştê îthal, bi lêdana rojnameger û nûçegîhanê DHA Omer Pinar  ketibu rojevê.