Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn 2024-06-18 16:53:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li xwediya Xelata Aştiyê ya Nobetê Nêrgis Mûhammedî salek cezayê hefsê hate birîn.    Aktîvîsta mafên jinan a xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê yê 2023’yan Nêrgis Mûhammedî ya li Îranê dîl girtî ye bi îdiaya “li dijî dewletê propaganda kiriye” salek cezayê hefsê lê hate birîn. Parêzerê Mûhammedî Mûstafa Nîlî, li ser hesaba xwe ya X’yê daxuyanî da û wiha got: “Li gorî biryara ji aliyê 29’emîn Daîreya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hatiye dayîn, Nêrgis Mûhammedî ji ber propagandaya li dijî dewletê salek cezayê hefsê lê hate birîn.”    Mûhammedî ya 52 salî, ku ji mijdara 2021’an û vir ve di girtîgehê de ye, di nava 25 salên dawî de gelek caran ji ber dijderketina li xwe pêçana jinan û cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin û girtin.