Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket 2024-06-18 14:46:58   STENBOL - Li Senayiya Organîze ya Çerm a Tûzlayê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Xebatên vemirandina şewatê didomin.    Li fabrîqeyeke li Herêma Senayiya Organîze ya Çerm a Tûzlayê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Ji bo şewata di demekî kurt de mezin bû, li ser îxbarê gelek tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li qada ku şewat lê didome, cih bi cih dengê teqînan hate bihîstin.    Gelek tîmên agirkujiyê yên ji gelek navçeyên Stenbolê û ji Kocaeliyê ji bo vemirandinda şewatê hatin sewqkirin. Xebatên vemirandina şewatê didomin.