Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan 2024-06-18 14:31:19 ENQERE - Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Mûkaddes Kûbîlay ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate berdan.    Hevşaredara Agiriyê ya Berê Mûkades Kûbîlay a ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate berdan. Ji bilî dayika Kûbîlay parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik, Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û gelek jinan Kûbîlay pêşwazî kirin.     Kûbîlay a li vir axivî, diyar kir ku ji ber hevalên wê li hundir in xemgîn e û wiha got: “Divê ji 9 hevalên 30 sal in tên ragirtin 5 jê bên berdan lê mixabin di her şeş mehan carekê berdana wan tê taloqkirin. Hêvî dikim ku ev neheqî demildest ji holê bê rakirin û hevalên me azad bibin.”   MÛKADDES KÛBÎLAY KÎ YE?    Mûkaddes Kûbîlay a di sala 1990’an de bi awayekî çalak kete nav siyasetê di sala 1999’an de ji Partiya Demokrasiyê ya Gel (DEHAP) weke şaredara Bazîdê ya Agiriyê hate hilbijartin. Kûbîlay di sala 2004’an de jî di pêşhilbijartina partiya xwe de li dijî 8 namzetên mêr hilbijartin qezenc kir û di hilbijartinên şaredariyê de bi dengekî bilind dîsa weke şaredar hate hilbijartin. Kûbîlay a peywîra xwe heta sala 2009’an berdewam kir, di hilbijartinên 1’ê hezîrana 2014’an de jî bi Sirri Sakik re Hevşaredariya Agiriyê kir.    Kûbîlay tevî ku beriya niha jî ji bo îfade dayînê çûbû, di 22’yê kanûna 2016’an de di serdegirtina mala keça xwe de hate binçavkirin. Di 26’ê kanûna 2016’an de jî hate girtin û di 1’ê adara 2017’an de jî qeyûm tayînî şaredariya ku lê hevşaredar bû hate kirin. Di danişîna wê ya biryarê ya di 16’ê sibata 2018’an de hate kirin de 8 sal û 6 meh û 15 roj cezayê hefsê li Kûbîlay hate birîn. Ev ceza pişt re li Dadgeha Herêmî ya Erziromê û Dadgeha Bilind hate pejirandin. Berdana Kûbîlayê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve gelek caran hate astengkirin.