Şirnexiyên koçber bûn: Em ê tiştên anîn serê me ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan 2018-05-24 09:20:09 ŞIRNEX – Malbatên ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Şirnexê de malên wan hatin rûxandin û bi mehan li gundê Avgamasya di konan de man, diyar kirin ku ew ê biçin ser sindoqan û hesabê vê yekê bipirsin. Malbatan got, ew ê dengê xwe bidin HDP’ê.  Li Şirnexê, nêzî 50 malbat di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 16’ê Adar û 14’Ê Mijdara 2016’an de li Şirnexê hat avakirin, malên wan hatin rûxandin û li gundê Avgamasya bi mehan di konan de man, destnîşan kirin ku ew ê hesabê vê yekê li ser sindoqan bipirsin.    'EM Ê TIŞTÊN ANÎN SERÊ ME JI BÎR NEKIN’    Songul Katar, ku 27 sal ber ji ber gundê wan hat valakirin û neçar man li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê bi cih bibin, lê belê di dema qedexeya derketina kolanan de ji neçarî dîsa koç kirin got: “Heta hetayê em ê dev ji doza xw ebernedin. Em ê li ber xwe bidin.” Katar, anî ziman ku ew ê tu carî tiştên ku hatin serê wan ji bîr nekin û ji bo hilbijartinê got: “Em ê dengê xwe bidin xwe.”    ‘EM CENAZEYÊN ZAROKÊN XWE YÊN JI BIN TOKÎ’YAN DERKETIN JI BÎR NEKIN’    Şukriye Îdîn (50) jî, diyar kir ku dê gelê Botanê tiştê hatiye serê wan ji bîr neke û wis abice ser sindoqan. Îdîn bang li jinan kir û got: “Dema çûn ser sindoqê bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Bila bajarên hatin rûxandin ji bîr nekin.” Azîze Bayiik jî bal kişand ser cenazeyên ku ji bin TOKÎ’yên li şûna avahiyên hatin rûxandin hatin çêkirin derketin bi bîr xist û got: “Dengê me ji bo me ye. Em ê cenazeyên zarokên me yên ji bin avahiyan derketin ji bîr nekin.”    Cianê gund Reber Kuletr (18) ku dê cara ewil dengê xwe bi kar bîne jî destnîşan kir ku divê hemû ciwan piştevaniya HDP’ê bikin. Kulter got, tekane partiya ku li Meclîsê dibe deng û renge ciwanan HDP ye û ji bo ciwanan bi awayekî azad xwe îfade bikin divê li cem HDP’ê cih bigirin.  Diyar Katarê 18 salî jî dê cara ewil dengê xwe bi kar bîne. Katar anî ziman ku jiyana wan a li navenda Şirnexê xweştir bû û got: “Me zil û tiştên xirab dîtin. Lê belê me li vir mala xwe ava kir û me tu carî dev ji vîna xwe berneda. Ev vîn jî HDP ye.”    ‘DIVÊ EM XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE DERKEVIN’    Îbrahîm Gungenê 62 salî jî ji ber mala wî ya li Bahçelîevlerê di dema qedexeya derketina kolanan de hat rûxandin, li gund bi cih bûye. Gungen got: “Zarokên me mirin, malên me rûxiyan. Gundên me hatin şewitandin. Em mecbûr man koç bikin. Loma ev hilbijartin ji bo kurdan hilbijartina man û nemanê ye. Divê em xwedî li vîna xwe û sindoqan derkevin.” Belkıs Gungen jî rûxandina hat kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku divê herkes dengê xwe bide HDP’ê.