Çawîş û polîsên ku hatin tayînkirin dê du caran deng bi kar bînin! 2018-05-24 09:19:12 DERSIM – Derket holê ku dê çawîşên pispor û polîsên ku tayînî hin gundên navçeya Qisleyê bûne, du dengan bi kar bînin. HDP û CHP ketin nava liv û tevgerê û li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê îtiraza vê yekê kirin.  Derket holê ku çawîşên pispor û polîsên ku berê li gundên Dereova, Sariyayla, Şehît Mehmet Dalica yên navçeya Qisle ya Dersimê peywirdar bûn û tayîna wan derket, dê hem li van gundan hem jî li cihê ku tayînî wê bûne dengên xwe bi kar bînin.    Keyayên gundan tespît kir ku dê nêzî 70 çawîşên pispor û polîs du caran deng bi kar bînin û keyayan ev rewş ragihand rêxistinên HDP û CHP’ê yên navçeyê. Li ser vê yekê rêxistinên HDP û CHP’ê yên navçeyan ketin nava liv û tevgerê û li Saziya Hilbijartinê ya Navçeyê îtiraza vê yekê kirin.    ‘DEREQANÛNÎ YE’    Hevserokê HDP’a Qisleyê Huseyîn Saltik, diyar kir ku tişta hatiye kirin qereqanûnî ye û bi awayekî aşkere sûc hatiye kirin. Saltik, destnîşan kir ku ev rewş jî nîşan dide ku dê hîle û xurde di hilbijartinê de bn kirin, lê belê ew ê li dijî her cure derhiqûqiyan derkevin û ew ê ji bo gundên din jî vê rewşê lêkolîn bikin.    Saltik, anî ziman ku nifûsa Qisleyê 2 hezar û 866 e û wan ev rewşa derhiqûqî ragihandiye Saziya Hilbijartinê ya Navçeyê û wan îtiraz kiriye.    Saltik got, ew ê vê mijarê bişopînin.