Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn 2024-06-16 13:00:11 ÎZMÎR - Denîz Poyraz a di êrişa çekdarî ya beriya 3 salan li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê pêk hat de hate qetilkirin dê sibê li ser gora xwe ya li Îzmîrê bê bibîranîn.    Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de ji aliyê Onûr Gencer ve li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êrişeke çekdarî pêk hatibû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz hatibû qetilkirin. Bi ser qetilkirina Poyrazê re 3 sal derbas bûn. Bi boneya salvegera qetilkirina Poyrazê her sal di serî de li Îzmîrê li gelek bajaran bi aktîvîteyên tên kirin tê bibîranîn.    Poyraz dê sibê di saeta hatiye qetilkirin de (11.05) li ser gora xwe ya li Goristana Kaynaklar a Bûcayê bê bibîranîn. Pişt re dê ji Îskeleya Konakê qûrnefîlan biavêjin behrê.