DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin 2024-06-16 11:51:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên rûsî ragihandin ku DAIŞ’iyên ku li girtîgeha li herêma Rostavê du peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatine kuştin.   Li navenda binçavkirinê ya herêma Rostov a Rûsyayê li navenda binçavkirinê girtiyên ku DAIŞ’î jî di nav de du xebatkarên girtîgehê dîl girtin. Li gorî çavkaniyekî ji midûriyeta polîsan e ajansa dewletê TASS pê re hevdîtin kir; êrişkarên ku hejmara wan şeş e xwestin ku li hemberî berdana kesên dîl girtî wesayîtek ji wan re were peydakirin û destûr bê dayîn ku ew ji navenda binçavkirinê derkevin.    Piştî demekê şunde rêveberiya girtîgehê daxuyanî da û diyar kir ku xebatkarên dîl girtî hatine berdan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi operasyoneke taybet sûcdar hatin bêbandorkirin û xebatkarên dîl hatibûn girtin hatin xelaskirin û birîndar jî nebûn.”