ROJEVA 24'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-24 09:00:46 * Li gundê Peyanîs ê Colemêrgê di sala 2010’an de teqînek  pêk hatibû û di teqînê de 9 kes miribûn. Cahît Erol ku di teqînê de 9 xizmên wî mirin, 8 salin li benda edaletê ye. Erol, anî ziman ku kiryar nehatine zevtkirin, ji bo 9 kesan 25 hezar TL tazminat hatiye dayîn û ji bo wesayîtê jî 30 hezar lîre hatiye diyarkirin.    * Endama Şaxa Komaleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Fatma Baltûk, diyar kir ku di serdema AKP’ê de cinayetên jinan zêde bûn û got: “Dê jin di 24’ê Hezîranê de ji îktîdara AKP’ê re bêjin êdî bes e.”    * Hunermend Bager bi navê “Efrîn”ê stranek çêkir. Koma Stêrkên Rojê strana “Efrîn”ê dibêje û dê çend roj şûnde li ser înternetê bê parvekirin.    * HDP, heta niha li tevahiya Stenbolê ji sedî 80’ê ji bo ewlehiya sindoqan kes peywirdar kirine. HDP, ji bo sindoqên mayî jî bang li her kesî kir ku bibin peywirdar.    * Li Dîlokê, galerîvanan diyar kir ku ji ber zêdebûna qûra dowîzî û nediyariya pêşeroja welat karê wan nabe. Galerîvanan got: “Rewşa me niha ne kêmî ya Sûriyeyê ye. Gel ditirse û dibêje ‘gelo dibe ku em jî bibin wekî Sûriyeyê?’”    * Derket holê ku dê çawîşên pispor û polîsên ku tayînî hin gundên navçeya Qisleyê bûne, du dengan bi kar bînin. HDP û CHP ketin nava liv û tevgerê û li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê îtiraza vê yekê kirin.    * Malbatên ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Şirnexê de malên wan hatin rûxandin û bi mehan li gundê Avgamasya di konan de man, diyar kirin ku ew ê biçin ser sindoqan û hesabê vê yekê bipirsin. Malbatan got, ew ê dengê xwe bidin HDP’ê.    Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê yê AKP'ê û namzetê parlamenteriyê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba yê berê di nava gel de hekîme baş bû, piştî bû wekilê AKP'ê îmaja xwe xêz kir. Faqibaba ê wekî "Hekîmê baş" li trêna AKP'ê suyar bû bi pênaseya "Lêdana rojnamegeran" û "goştê îthal" bû namzet.    * Şaxa 6'emîn a Haber Senê ya Îzmirê bi armanca şertên kar şermezar bikin û kadro bixwazin dê li pêş PTT ya Basmaneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.00)   * Parêzer ji bo hempîşeyên xwe yên girtî dê li ber avahiya Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" berdewam bikin. (11.30)    * Gelek pêxistin û partiyên ku HDK, EMEP, Malên Gel, Partiya Şoreşger jî di navde, bi armanca piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê bînin ziman dê li Otela Taksim Hillê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê bi konvoyek mezin namzetên xwe li Balafirgeha Amedê pêşwazî bike û li avahiya HDP'ê wan bidin naskirin. (10.00-12.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê bi boneya hevalên wan ên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin dîsa li kar vegerin îmzeyên ku kom kirine dê teslîmî Walîtiya Stenbolê bikin. (15.30)    * Rêxistinên HDP'ê dê li gelek bajarên din namzetên xwe bi karwanên mezin pêşwazî bikin û wan bidin naskirin. (16.00)    * Danişîna doza komkujiya Wargeha Xwendekaran a Aladagê dê li Edeneyê berdewam bike. (09.30-19.00)