Di Gulanê de Birûskê 9 ruh stendin 2018-05-23 17:48:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Di mehekê de 6 jê zarok 9 kes bi biruskê mirin. Herî dawî li Navçeya Hîzanê zarokê 11 salî Yusuf Kidat ê şivanî dikir birûskê lê xist û jiyana xwe ji dest da.    Li Tirkiye di mehekê de 6 jê zarok 9 kes ji ber birûskê li wan xist jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li navçeya Hîzanê ya Bedlisê zarokê 11 salî Yusuf Kidat ê şivanî dikir, birûskê lê xist û jiyana xwe ji dest da. Kıdat li  cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî bi ambulansê ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.    DI MEHEKÊ DE 9 KES MIRIN Û 26 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN   Li gorî agahiyên pisporên Meteorolojiyê di navbera 5-13'ê Gulanê de birûsk zêde bû. Li gorî nûçeyên hatin weşandin di mehekê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Nêzî 120 mih jî mirar bûn. Li gorî daneyên Pergala Şopandina Birûskê ya Ewropa û Midûriyeta Meteorolojiyê di navbera 5-13'ê Gulanê de birûsk zêde bûn.    Hîndekarê  Endezyariya Elektronîk a Zanîngeah Bogazîçî Prof. Dr. Selim Şeker, diyar kir ku sedema van bûyeran piranî ji ber telefonan bi xwe re digerinin birûskê li wan daye.    DI MEHEK DAWÎ DE BÛYERÊN PÊK HATIN WIHA NE:    Di 15'ê Gulanê de li Çermîka Amedê Recep Kara (33), bi birûskê jiyana xwe ji dest da.   Di 13'ê Gulanê de li navçeya Bazarcikê ya Mereşê Mustafa Çam (43), bi birûskê jiyaına xwe ji dest da.  Di 13'ê Gulanê de li Gundê Şemrexê yê Mêrdînê Îslam Oztemel (17) bi birûskê jiyana xwe ji dest da.  Di 10'ê Gulanê de li navçeya Sîwerekê ya Rihayê Şukran Akdemir (40) û keça xwe ya 16 salî Melek Akdemir birûskê li wan xist. Şukran Akdemir jiyana xwe ji dest da.  Di 9'eGulanê de  li navçeya Artuklu ya Mêrdînê Sedat Ay (16) bi birûskê jiyana xwe ji dest da.  Di 6'ê Gulanê de li Navçeya Payizava ya Wanê Hamdullah Yigit (38), birûskê lê xist û mir.  Di 4'ê Gulanê de li Navçeya Darende ya Meletiyê Hamit İnce (39) bi birûskê jiyana xwe ji dest da.  Di 2'ê Gulanê de li navçeya Yazihanê ya Meletiyê Halîl (19) û Dayip Ozturk (17) birûskê li wan dan û jiyana xwe ji dest dan.