Buldan: Em ê li Amedê 12 wekîlan derxin 2018-05-23 16:28:21   AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina buroya hilbijartinê de axivî û got: “Em ê li Amedê 12 wekîlan derbixin. Bila nebêjin dengê gelê kurd bêxwedî ne.”    Vekirina buroyên hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên HDP’ê didomin. Rêxistina HDP’a Amedê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li kolana Hatboyû ya navçeya Rezana Amedê buroya hilbijartinê vekir. Buldan û namzet û wekîlên HDP’ê yên pê re li ber buroyê bi têlîlî, def û zirnê hatin pêşwazîkirin. Buldan, namzet, wekîl û rêveberên HDP’ê û welatî bi coş govend gerandin û vekirina buroyê di atmosfera mitîngê de derbas bû. Di merasîma vekirinê de dirûşmên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û HDP’ê berz kirin.    'DÊ BERSIVÊ BIDIN AKP’Ê’    Beriya vekirina buroyê Buldan axivî û got: “Vekirina vê buroya me bibe wesîleya em ê li Amedê 12 wekîlan bi dest bixin. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo kurd, tirk, ermenî, suryanî, jin û ciwanan girîng e û nokteya vegerînê ye. Yên ji AKP’ê aciz bûne dê 24’ê Hezîranê biçin ser sindoqan. 16 sal e vî welatî tu xêrê ji AKP’ê nedîtiye. Yên ku li welêt zilma herî mezin dikin, dê bersiva xwe di sindoqan de bibînin.”    'DÊ HESAB BIDIN GEL’    Buldan bal kişand ser girtina wekîlên HDP’ê û hevşaredarên DBP’ê û wih dewam kir: “Yên şaredarê me dîl girtin, qeyûm tayînî şûna wan kirin û yên çûn Efrîn û Kerkûkê dê di 24’ê Hezîranê de hesabi bidin gelê kurd. Bila nebêjin dengê gelê kurd bêxwedî ne. Gelan di bin sîwana HDP’ê yekîtî û hevgirtinê ava kirin e. HDP li rojavayê Tirkiyeyê bi tifaqa tirk û li vir jî bi tifaqa kurd dê destûrê nede tu tişekî. Em ê vê pergalê biguherînin. Heke ku edalet û demokrasî were welêt divê her kes mil bide milê hev. Bila gumana tu kesî tune be em soz didin em ê ji Amedê 12 wekîlan derbixin. Ji niha ve pîroz be.”    Piştî axaftinê Buldan û Dayikên Aştiyê vekirina buroyê pêk anîn. Merasîma vekirinê bi govend gerandinê bi dawî bû.