Dadgeha Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê Baluken erê kir 2018-05-23 16:15:03 AMED - Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken erê kir. HDP'ê Baluken, li Êlihê di rêza 1'emîn de namzetê parlementeriyê nîşan dabû. Balkêş e dadgehê 2 roj şûnde piştî namzeta Balûken diyar bû biryar da.    Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê 16 sal û 8 lep cezayê ku hadgeha herêmî li Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Balûken birîbû erê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Balûken di operasyona 4'ê Mijdara 2016’an de hatibû girtin, di 30'ê Çileya 2017'an de di danişina doza ewil de hatibû berdan. Li ser îtîraza dozger dîsa hatibû girtin. 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Îdris Balûken 16 sal û 8 meh cezayê dadgehê birîbû.    Parêzera Baluken Reyhan Yalçindag Baydemir, cezayê ku li Balûken hatiye birîn li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kiribû. 4'emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêmê ceza erê kir. Ger ku bi teskereya Serokwezîriyê biryarê bibin meclîsê û meclîs ceza erê bike dê wekîltiya Baluken bê betalkirin.    Baluken, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê nanzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Êlihê di rêza yekemîn de hatibû nîşandan.