Aborînas: Zengila topavêtinê lê dide 2018-05-23 14:35:49 STENBOL – Buhabûna dovîzê bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiyeyê dike. Aborînas Mustafa Sonmez got: “Piştî vê buhabûnê dibe ku topavêtinek jî were.” Nivîskarê aboriyê Bahadir Ozgur jî got di mehên pêşiya me de dê ev zêdebûna dovîzê li ser welatiyan bandorek ciddî ya neyînî bike û ev bihabûn ji niha ve li zingilê dide.    Duh bi şev dolar derketin asta 4.80 û îro serê sibê jî bêtir tevger bû. Di dolaran de rojê bi 4.76 dest pê kir û saetên piştî nîvro de derket asta 4.92’an. Euro/TL jî derket asta 5.6837’an. Li hember dovîzan pereye Tirkiyeyê bê qîmet dibin. Aborînas Mustafa Sonmez û Bahadir Ozgur rewşa dovîzê nirxandin.    ‘HEVDÎTINA ERDOGAN A LI LONDRAYÊ BÊ BAWERIYÊ ANÎ’    Sonmez diyar kir ku li welêt bi qasî aborî bêewlebûna polîtîk jî serdest e û got: “Xwediyên şirketan difikirin ku aborî baş birêve nabin. Ji bo xwe hildin bin mîsogeriyê pereyê tirk vediguherînin dovîzê. Bêewlebûna di aboriyê de bi taybetî piştî çûyîna Serokomar Erdogan a Londrayê rewşa aboriyê hat vî halî. Dê ji niha şûn ve jî biha bibin. Di demek kin de muhtemele heye dolar bigîhîje 5 TL’yî. Mirov dolaran ji xwe re wek mîsogeriyê dibînin. Fîrmayên mezin zerarek mezin dikin. Banka nikarin deynê xwe bidin. Ji ber vê yekê şirket û banka tengasiyê dikişînin. Dibe ku şirket û banka topbiavêjin. Dê bi vê topavêtinê re xebatkarên şirketan jî zerarek mezin bibînin. Dibe ku zincîra topavêtinê jî were.”   'HIKUMETÊ TEDBÎRAN NEGIRT’    Nivîskarê aboriyê Bahadir Ozgur jî destnîşan kir ku îktîsatvanan beriya niha gelek caran got ku dê dolar bên vê astê û wiha got: “Dolar ji par ve biha dibin. Ji sedî derdora 40’an di pereyê tirk dihele. Ji par ve bi awayel lez û bez kur bilind dibe. Hikumetê berê ewlehiya vê rewşê negirt. Mudaxeleyek ji niha şûn ve jî dê zêde bi bandor nebe. Pêwîstî bi reformek aborî ya pir bingehîn heye. Di mehên pêşiya me de dê ev zêdebûna dovîzê li ser welatiyan bandorek ciddî ya neyînî bike û ev bihabûn ji niha ve li zingilê dide.”    MA / Muhammet Dogru – Bîlal Seçkîn