Danişîna rojnameger Kaya hat dîtin 2018-05-23 14:16:42 AGIRÎ - 4’emîn danişîna rojnameger Abdulhalik Kaya li Agiriyê hat dîtin.    4’emîn danişîna doza rojnameger Abdulhalik Kaya ku ji ber di 3’yê Îlona 2014’an de li Çiyayê Agirî dîmen û wêneyên “Mihrîcana Aştî û Xwezayê” kişandin, lê hat vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Agiriyê hat dîtin. Kaya ji ser dîmen û wêneyên kişandin, bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” tê sûcdarkirin. Rojnameger Kaya bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa L a Rize beşdarî danişînê bû. Parêzerê Kaya Tîmur Demîr jî di danişînê de amade bû.    'HEMÛ TIŞTÊN KIRIN MIJARA SÛCDARIYÊ, KARÊ ROJNAMEGERIYÊ YE'    Piştî danasîna nasnemeyê Kaya parastin kir û wiha got: “Di wê dîrokê de min mîhrîcana ji aliyê Walîtîya Agiriyê ve destûr hatibû dayîn şopand. Hemû tiştên kirine mijara sûcdariyê, karê min ê rojnamegertiyê ne. Ez sûcdariyan qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.”    Şandeya dadgehê, xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temam kirin û danişîn taloqî 24’ê Îlona  2018’an kir.