Li dibistanê êrîşa çekdarî: Xwendekarek mir 2017-10-13 18:29:01 STENBOL – Li Pendîkê kesekî bi çekê êrîşî 3 xwendekaran kir. Di êrîşa çekdarî de xwendekareke keç ku birîndar bû jiyana xwe ji dest da.  Li Îstasyona Trenê ya Guzelyazi ya Pendîka Stenbolê kesê bi navê M.Y. yê 21 salî bi çekê êrîşî xwendekarên dibistanê kir. Di êrîşê de 3 xwendekar birîndar bûn. Ji xwendekarên birîndar, xwendekara keç jiyana xwe ji dest da. Her wiha tedawiya herdu xwendekarên din jî didome.   Hat diyarkirin ku êrîşkar ne xwendekar e. Êrîşkarê ku piştî êrîşî reviya xwe di dibistaneke ku kîlometreyek dûrî dibistana êrîş lê hat kirin de veşart. Li vir êrîşkar zendên xwe jê kirin û hewl da întihar bike. Lê belê polîsan ew binçav kir.    Lêpirsîna der barê bûyerê de didome.