HDP dadikeve qadê: Dê biçin çar aliyê Tirkiyeyê 2018-05-23 13:51:35   ENQERE – Rêxistina HDP'ê ku yek ji partiya kîlit a hilbijartinê ye piştî duh namzetên xwe dan naskirin dê dakeve qadan û li çar aliyên Tirkiye mîtîngan pêk bîne û bi hilbijênên xwe re bên cem hev. Roja Şemiyê dê li Edîrne û Erdexanê bi gel û hilbijêrên xwe re bên cem hev.    Rêxistina HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartina 24'ê Hezîranê berdewam dike. HDP'ê piştî naszetên xwe aşkere kirin, duh li Enqereyê hemû namzet dan naskirin. Niha bi vekirina buroyên hilbijartinê, ziyareta malan û esnafan xebatên xwe berdewam dike. HDP ji bo xebatên hilbijartinê berfireh bike dadikevin qadan. Dê li aliyekî mîtîngan pêk bîne û li aliyekî bi gel re bê cem hev. HDP dê di 26'ê Gulanê de li Rojavayê Tirkiye Edîrne û li Rojhilatê Tîrkiye li Erdexanê bi gel û hilbijîran re bê cem hev. Di 26'ê Gulanê de li Edîrne ku Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş lê girtî ye dê gel û hilbijêran ziyaret bike. HDP, dê piştî cejnê jî heta 23'ê Hezîranê bi mîtîngan li qadan be.    Li gorî Ajansa Mezopotamya (MA) agahî ji komîsyona Rêxistinkirinê girtin xebatên HDP'ê yên ziyaret û mîtîngan ji 26'ê Gulanê heta 23'ê Hezîranê wiha ne:    26 Gulan Şemî: Li Edirne, Çorlu, Herêma 2'emîn a Stenbolê, Erdexan û Qersê dê gel ziyaret bikin.  27 Gulan: Li Herêma 1 û 3'emîn ên Stenbolê, Îdir û Agiriyê dê gel ziyaret bikin.  28 Gulan: Li Gebze, Yalova, Bursa, Melezgirt, Kop û Mûşê dê gel ziyaret bikin.  29 Gulan: Li Eskişehîr, Herêma 1'emîn a Enqereyê, Gumgum, Çewlîk mîtîng û hevdîtinên gel pêk bînin.   31 Gulan: Li Stenbolê dê buroyên hilbijartinê vekin.  1 Hezîran: Li Xerpêt, Erxenî û Amedê mîtîng û hevdîtinên gel pêk bînin.  2 Hezîran: Li Erzirom, navçeyên wê û Bedlisê dê gel ziyaret bikin.  3 Hezîran: Li Denizlî û Sêrtê dê dê gel ziyaret bikin û mîtîngan pêk bînin.  4 Hezîran: Li Êlihê û Antalya dê gel ziyaret bikin û mîtîngan pêk bînin.  5 Hezîran: Li Amedê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne. Li Sîwerek, Wêranşar, û Rihayê gel ziyaret bike.  5 Hezîran: Li Dîlok û Semsûrê dê gel ziyaret bikin û mîtîngan pêk bînin.  7 Hezîran: Li Îzmir û Melityê dê gel ziyaret bikin buroyan vekin.  8 Hezîran: Li Mêrsîn, Edene, Cihanbeylî, Kulu û Konya gel ziyaret bikin.  9 Hezîran: Li Îskenderun, Hatay û Ankara dê mîtîngan pêk bînin û gel ziyaret bikin.  10 Hezîran: Li Stenbolê û Mugla gel ziyaret bikin.  11 Hezîran: Li Îzmirê dê gel ziyaret bikin.  12-13 Hezîran: Li Stenbolê dê gel ziyaret bikin.  14-15 Hezîran: Li Wan û navçeyên wê dê gel ziyaret bikin û cejnê pîroz bikin.  15 Hezîran: Dê li her derê cejnê pîroz bikin.  16 Hezîran: Li Şirnex Cizîr, Sîlopî, Şemzînan, Gever û Colemêrgê dê gel ziyaret bikin.  Heta cejnê piraniya bernameyan dê piştî fitaran be.    17 Hezîran: Li Kocaeli/Burca û Stenbolê dê mîtîngan pêk bîne. Dê di 23'ê Hezîranê de li Wan û Îzmîrê mîtîngê fînalê pêk bînin.    Cihê ku mîtîng bên li darxistin wiha ne:    17 Hezîran: Kocaelî û Bursa Stenbol.  18 Hezîran: Manisa, Aydin û Edene û Mersin  19 Hezîran: Antalya û Riha  20 Hezîran: Êlih, Hatay û Dîlok.  21 Hezîran: Bêdlis, Sêrt û Mêrdîn.   22 Hezîran: Amed û Dersim 23 Hezîran: Îzmir û Wan   MA / Hayri Demir