'Dilîşan jî wek Nûjiyanê bû dengê gelan' 2017-10-13 17:38:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê der barê nûçegihana ANHA'yê Dilîşan Îbîş ku dema Pêngava Bagera Cizîrê dişopand di êrîşeke DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da de daxuyanî da û wiha got: "Em ê wek Dilîşanê tim qîrîna azadiyê ya sivîlên ku ji ber zilma DAIŞ'ê reviyan binivîsînin."  Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, der barê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbîş ku dema Pêngava Bagera Cizîrê dişopand di êrîşeke DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da de bi awayekî nivîskî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dilîşan jî wek rojnamagerên jin ên beriya xwe li Rojavayê bi kamera û pênûsa xwe têkoşiya û zilma DAIŞ'ê ragihand cîhanê û kêfxweşiya wan bi kameraya xwe nemir kir. Dilîşan jî wek Nûjiyanê li ser xaka ku tovên hêviyê tên reşandin bûye dengê gelan."   Di berdewamiya platformê de wiha hat gotin: "Feraseta nêrza ya mîlîtarîst çi qas hewl dide bila bide, lê em ê wek Dilîşanê ku li xaka Dêra Zorê kir, tim qîrîna azadiyê ya sivîlên ku ji ber zilma DAIŞ'ê reviyan binivîsin. Wek Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em soza xwe ya ku me li dû Denîz Firat û Nûjiyan Erhanê da dubare dikin û ji bo pênûsa Dilîşanê li erdê nemîne, em ê bitêkoşin. Em ê li gor mîrateya ku Gûrbetellî, Zeynep Erdem, Ayfer Serçe hiştiye tev bigerin û em ê tim li qadan bin. Her wiha em ji bo hevpîşeyên xwe Rizgar Denîz û Hogir Mihmed ku hîn jî li nexweşxaneyê ne û tên tedawîkirin şîfayê dixwazin û sersaxiyê ji hevalên xebatê yên Dilîşanê û malbata wê re dixwazin."