Li Rojhilatê Sûriyeyê QSD dawî li DAIŞ’ê tîne 2018-05-23 10:09:00 DÊRAZOR – Pêngava “Bahoza Cizîrê” ya QSD’ê li rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê da destpêkirin didome û gav bi gav li pêş dikeve.  Di sala 2013’an de hêzên navnetewî û herêmî DAIŞ’ê wek aktor tev li şerê navxweyî yê li Sûriyeyê kirin. DAIŞ li Sûriyê demên xwe dawî dijî. Bi taybetî di 2014-2015’an de li Reqa, Dêrazor , derdora Şamê, Minbic, Tebqa, Girê Spî û gelek deverên din DAIŞ’ê bi dest xist. DAIŞ bi berxwedana dîrokî ya Kobanê têkçûna wê dest p3e kir. Piştî Kobanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ava bû û bi pêşengiya QSD’ê gav bi gav derdorê li DAIŞ’ê teng kir û bajar bi bajar li dijî DAIŞ’ê pêngav dest pê kirin. DAIŞ’a ku li Reqayê halîfetî îlan kiribû û kiribû paytexta xwe. Lê bi pêngava dîrokî ya QSD’ê DAIŞ li paytexta xwe têk çû û kontrola Reqayê bi tevahî ket destê QSD’ê. QSD niha jî bi navê “Bahozê Cizîrê” li Dêrazorê heman pêngavê birêve dibe û operasyonan bi ser cihên di destên DAIŞ’ê de ne pêk tîne. Bi vê operasyonê re rojhilatê Sûriyeyê dê bi tevahî ji DAIŞ’ê bê paqijkirin.    SÎNORÊ IRAQ Û SÛRIYEYÊ    Armanca QSD’ê ew e ku bi piştevaniya Artêşa Iraqê û koalîsyona navnetewî xeta Iraq û Sûriyeyê rizgar bike. Dirêjahiya operasyonê ji 154 kîlo mîtroyî pêk tê û firehiya wê jî bi qasî 46 kîlo mîtroyî ne.    BI HEZARAN ŞERVAN LI OPERASYONÊ NE    Axa li vê derê beşek mezin ji çolê pêk tê û yek ji cihên herî stratejîk a herêmê Dişiş bûye hedefa QSD. Bi hezaran şervanên QSD’ê û ji Dêrazorê tev li operasyonê bûn. Operasyon ji gelek milan ve dest pê kir û bi xelasbûna operasyonê re dê herêm giştî ji DAIŞ’ê bê paqijkirin û azad bibe.    DAWÎ LI DAIŞ’Ê TÊ    Çemê Firatê ku di Dêrazorê de derbas dibe di asta pozîsyonek girîng de ye. Dê operasyonê bi ser herêma di navbera rejîma Sûriyeyê û hêzên QSD’ê de cih digire jî pêk bînin. Bajaroka Hejin a li ser Çemê Firatê cihek girîng e. Dê QSD’ê heta Elbû Kemalê li dijî DAIŞ’ê têbikoşe. Dirêjahiya vê herêmê jî 35 kîlo mîtro ye û 8 kîlo mîtro jî fireh e. Tê gotin ku dê operasyon bi mehan dewam bike û dema her du bajar jî ji DAIŞ’ê bên rizgarkirin êdî dawî li DAIŞ’ê tê.    MA / Nazim Daştan