Welatiyên ermenî: Kî me temsîl bike em ê dengê xwe bidin wan 2018-05-23 09:17:08 HATAY – Welatiyên ermenî yên li Hatayê dijîn, destnîşan kirin ku kîjan partî wan temsîl bike dê dengê xwe bidin wan.  Hatay yek ji bajarê mozaîka netewan e. Encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê dê şerê li Sûriyê û qirîza aborî diyar bike. Milyonek û 18 hezar û 200 hilbijêrên Hatayê hene. Bajar 11 wekîlan dişîne Meclîsê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê ya 2015’an de zorê dabû ku wekîlek bişîne meclîsê. Di referandûma 16’ê Nîsana 2016’an de ji sedî 54,4 dengên “Na” derketibûn. Li navçeya Samandagiyê jî dengek reqor ji sedî 92,3 dengên “Na” derketibûn.    'EM ACIZ BÛN E’    Tekane gundê ermeniyan Vakifli nêzî 90 hilbijêr hene û danezana partiyan nîqaş dikin. Li gund di hilbijartinên berê de ji bo HDP û CHP’ê deng derketin. Welatiyên ermenî yên ji qirîza aborî bêzar bûne gotin “êdî bes e” û derbarê hilbijartinê de helwesta xwe şîrove kirin. Welatiyek nexwest navê xwe bide wiha got: “Hem şer û hem jî qirîza aborî bandorek neyînî li ser me dike. Em cotkar in. Her roj mazot û gubre biha dibe. Êdî em aciz bûn. Liv ir ji AKP’ê re deng dernakevin. Em naxwazin diyar bikin dengê xwe bidin kî. Em HDP’ê jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê wek şans dibînin.”    'KÎ ME TEMSÎL BIKE, EM Ê WAN DESTEK BIKIN’    Gundiyek din jî wiha got: “Li vir mirov nikarin aşkere ramanên xwe bînin ziman. Em hem ji ber qirîza aborî û hem jî ji ber şer bêzar bûne. Dolar hildaye serê xwe û firiyane. Aborî têkçûye. Kî me ermeniyan temsîl bike em ê dengên xwe bidin wan.”   ‘EM LI GEL PIRALÎXWAZAN E’    Keyayê gundê Vakifli Berç Kartun jî anî ziman ku ew ji ber bêzarbûna qirîza aborî perîşan bûne û got: “Di warê aborî de welat niha ber bi têkçûnê ve diçe. Bihabûna her tiştî siberojê ronî xuya nake. Em jî nizanin çibikin. Em hêvîdarin ku dê piştî hilbijartinê rewşa aborî û ya her tiştî baş bibe.”    Kartun gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bila hikumetek piralî were. Bi hikumetek xweş re em dikarin bixebitin. Ji bo me baş û xerab nîne. Ya girîng ew e dê kî baş bixebite. Em ê li gel ên ku xizmetê dikin cih bigirin. Em daxwaz dikin ku ev hilbijartin di nav aştiyê û dostaniyê de derbas bibe. Hemû milet niha pir aciz in û di nav tengezariyê de ne. Kes nizane dê sibê çi bibe.”