Dozger der barê mirina Ayhana 16 salî de biryara neşopandinê da 2018-05-23 09:14:38 ŞIRNEX – Der barê lêpirsîna mirina Emel Ayhan a 16 salî ku ji sedî 50 rapora wê ya astengdariyê hebû û di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de li jêrzemîna avahiyekê asê ma û hat kuştin de, biryara neşopandinê hat dayîn.  Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, der barê lêpirsîna mirina Emel Ayhan a 16 salî ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de li jêrzemîna avahiyekê hat kuştin de biryara neşopandinê da. Ligel ji sedî 50 rapora astengdariyê (astengdariay zihnî) ya Ayhanê hebû jî,  Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re şand û der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.    Li ser feramana Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, Midûriyeta Emniyatê ya Navçeyê der barê Ayhanê de girtekek amade kir û di girtekê de hat gotin ku berê Ayhan li Colemêrgê carekê hatiye binçavkirin û piştî îfadedayînê hatiye berdan. Di girteka ku îfadeyên şahidê nepen ê bi navê "BATIKAN" cih digirin de hat gotin ku, der barê Ayhanê de tu biryara lêgerînê tune ye û her wiha tu qeydeke wê ya sûcî jî tune ye.    Lê belê ligel van tiştan hemûyan jî Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ku îdia kiribû  Ayhan "Endama rêxistinê" ye, piştî demekê şûn de der barê dosyeyê de biryara neşopandinê da.    Hat hînbûn ku dê parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) îtirazî biryarê bikin.