Angaşta gundî di axuran de hatine derpkirin 2017-10-13 16:45:06 AMED – Leşkeran bi ser gundê Mala Hirmo yê Farqînê ku qedexe lê hatibû îlankirin de girt û şêniyên gund angaşt kir ku wan di axuran de derp kirin e.  “Qedexeye derketina derve” ya 15 gund û mezrayên Farqîna Amedê duh hatibû îlankirin didome. Operasyona leşkerî ya li herêmê jî berfireh dibe. Leşkeran bi ser malên gundê Mala Hirmo yê qedexekirî de girt û heta li axuran jî lêgerîn pêk anî. Welatiyan birin axuran û hat angaştkirin ku leşkeran welatiyan di axuran de derp kirin e.    Şêniyên gund diyar kir ku leşker destûr nadin ew ji malên xwe derbikevin û ji ber vê yekê nikarin sewalên xwe biçêrînin. Gundiyan angaşt kir ku leşkeran bi gotinên “Em dizanin hûn çidikin” gef li wan xwarin e. Hat zanîn ku operasyon li çoltera gundan didome û lêgerîna li gund jî dewam dike.