Serlêdana malbatê ya hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2017-10-13 16:38:18 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, serlêdana malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê yên ji bo hevdîtinê, red kir.  Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan ji bo li Grava Îmraliyê roja Dûşemê bi birayê  xwe re hevdîtin bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbata Ocalan red kir.   Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku tevî Ocalan li heman girtîgehê dimînin jî, bi riya parêzeran serî li serdozgeriyê dan. Serdozgeriyê serlêdana wan jî red kir. Serdozgeriyê daxwaza malbatan bi hinceta Qanûna Hêjmara 5275'an “Sînordarkirinên der barê hikumxwaran de” red kir.