Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin 2018-05-22 15:11:10   MÊRDÎN - Li gundê Belek ê Şemrexê du birayên hev, di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.    Li gundê Belek ê navçeya Şemrexa Mêrdînê, leşkeran serê sibê bi ser malan de girtin û birayên hev Hamdullah û Fetullah Eres binçav kirin. Nehat zanîn ku leşkeran her du birayên hev Eres birîn ku derê û bi kijan hincetê binçav kirin.