Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan 2018-05-22 13:49:54 ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî daxuyanî dan û redkirina berdana Demîrtaş bi tundî rexne kirin. Hevserokan xwest ku Demîrtaş demildest bê berdan.  Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beriya civîna danasîna namzetên HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokan bertek nîşanî redkirina berdana namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş dan.    ‘EM QEBÛL NAKIN’    Buldan redkirina berdana Demîrtaş bi bîr xist û got: “Vê biryara ji bo Demîrtaş hat dayîn em qet nas nakin. Demîrtaj ji bo ku wek namzetên din dikaribe di şertên wekhev de xebatên xwe yên hilbijartinê birêve bibe divê demil dest bê berdan.”    Buldan diyar kir ku ew ê îro îtîrazî biryara redkirina berdanê bikin û ev tişt got: “Em ê dîsa îtîraz bikin, heke heman biryar derkeve dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Dê heta Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biçe û em ê bibin şopdarê pêvajoyê.”    ‘HIQÛQA ECÊB’    Temellî jî destnîşan kir ku biryara dadgehê hinceta “hiqûqa ecêb e” û wiha got: “Heta ku vesayeta li ser darazê ranebe, ne pêkane edalet bê welat. Ji dadgehek bilind bendewariya me ew e vê biryarê rast bike û Demirtaş bê berdan. Piştî 24’ê Hezîranê dê li welat gelek tişt biguherin. Ji bo vê guhertinê û di mijara serbixwebûna darazê de werin piştevaniya xwe pêşkêş bikin. Ji cihekî ku daraz nayê nasîn biryaran negirin. Bi wêrekî werin.”     NAMZET HATIN NASANDIN    Pêşkêşvan Rugeş Kirici piştî axaftina Hevserokan herêm bi herêm namzetên bajaran dawetî ser dikê kir û namzet dan nasandin. Namzetên derketin ser dikê yek bi yek Hevserok silav kirin û salon silav kirin.