Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye 2018-05-22 13:49:12 ENQERE - Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di peyama ji civîna danasîna namzetan re şandin de, diyar kir ku 24’ê Hezîranê di xala werçerxê deye û got: “Em nûnerên gel ên me karî bêjin Qral taziye ne. Ez di wê baweriyê de me ku hûnê vê mîsyona xwe bi cih bînin.”    Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentere Stenbolê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê peyam ji bo civîna danasîna namzetên HDP’ê ya li Enqerê şand. Demîrtaş di peyama şand de wiha got: “Ez we hemû hevalên xwe yên bi nirx ên namzetên parlamenteraya HDP’ê bi coş û heskirin we hemûyan silav dikim.    24’Ê HEZÎRANÊ XALA WERÇERXEK DÎROKIYE   Di têkoşîna me ya siyasî ya bi salane berdewam dike de, 24’ê Hezîranê xala werçerxek dîrokiye. Ji bo em di vê hilbijartinê de qezencek mayîn de ava bikin, emê di kolan û qadan têbikoşin. Ez bawer dikim ku her qada hûn biçinê, hûn rastî heskirina gelê me yê xizand, ciwan, jin û kedaran bên. Ji ber ku hûn nûnerên gel ên we karî bêjin Qral taziye. Hemû berxwedana li sijî faşîzmê û sembola sekan li ser piyane. Qet gumanekê min tuneye, hûnê vê erka xwe û mîsyona xwe bi seknek mezin bi cih bînin.         ŞEVA 24’Ê HEZÎRANÊ SERKEFTINA DEMOKRASIYÊ BIKIN DIYARÎ   Ez we di hucreya xwe de bi keyfxweşî, kelecanî û birûmetek mezin dişopînim. Êdî dem ne dama bindestiyê ye, dem dema qezenc kirinê ye. Serkeftin li pêş me ye û hûnê wê serkeftinê bi dest bixin. Bi cesaretek mezin derkevin qadan û bi gelê me re kom bibin. Şeva 24’ê Hezîranê ji bo hemû welat, serkeftina demokrasiyê bikin diyarî. Ez dizanim hûn dikarin vê bikin. Wê demê rêya we vekirî be. Ez we hemûyan cardin pîroz dikim.   Silavên hevalê min Abdullah Zeydan jî ji we re hene û hêviyên xwe yên serkeftinê diyar dike.   Emê qezenc bikin, TEQEZ EM Ê QEZENC BIKIN!”