OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir 2018-05-22 13:12:11 STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqvanên Azadîparêz (OHP), rapora girtîgehên herêma Marmarayê ya Adar-Nîsanê bi raya giştî re parve kirin. Komîsyonê diyar kir ku li Îmraliyê tecrîda giran didome.  Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqvanên Azadîparêz (OHP), rapora girtîgehên herêma Marmarayê ya Adar-Nîsanê bi raya giştî re parve kirin. OHD'ê di raporê de diyar kir ku lêgerîna ku rûmeta girtiyan dişkîne belav dibe. Komîsyonê da zanîn ku lêgerîna tazî encama vê polîtîka û ferasetê ye. Di serdegirtina odeyan de bê kontrol û pîvan lêgerin tê kirin. Li Girtîgeha Tîpa T Duzce, li Girtîgeha Sîlîvrî ya Hêjmar 5, Li Girtîgeha Jinan a Gebze, dema girtî rastî hatin sirgûnkirin rastî lêgerîna tazî hatin. Girtiyê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvrî Yakup Kolge û Yorgun Bektaşoglu rastî neheqî û lêgerîna tazî hatin.    Li Girtîgeha tîpa F a Hêjmar 2 ya Tekîrdagê û li Girtîgeha Tipa  F a Edirneyê bê navber bi ser odeyên girtiyan de digirin. Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê jî bi awayekî keyfî bi ser odeyan de digirin. Di telefonan de tekmîlê li girtiyan ferz dikin. Li Girtîgeha Tîpa E a Kirklarelî girti rastî cezayê hucreyê tên. Li Silivriyê girtiyên nexweş nabin revîrê.    LI ÎMRALIYÊ TECRÎD HEYE   Komîsyonê di raporê de bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: "Dema tecrîd tê gotin bê guman tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên aqilan. Li girtîgehê hemû mafên zagonî û mirovî yên girtiyan ji destê wan hatiye girtin. Hemû mafê hevdîtina parêzer û malbatê ji dest hatiye girtin û bi tu awayî agahî nayê girtin. Hemû hevditin hatine astengkirin. Li hemû girtîgehên marmarayê girtiyên di yek hucreyê de diminin nikarin sûdê ji mafê xwe yê hevdîtina 10 saetan sûdê bigirin. Tecrîda li ser Hevşaredarê Sêrtê yê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girti Tuncer Bakirhan û Hevşaredarê Mahsertê Suleyman Tekin berdewam dike.    Li Girtîgeha Silivri 9 Prz. Yaprak Türkmen di hucreya yek kesî de tê girtin. Girtiyên nexweş tevî kelepçeyan tên dermankirin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê  û li Maltepe û Girtîgeha Tîpa L a Kepsut a Balikesîrê girtiyên nexweş tevî kelepçeyan derman dikin.    MA / Yasîn Kobulan