HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite 2018-05-22 12:33:43   STENBOL – HDP’ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê bi leztir kir. Namzetên HDP’ê yên Stenbolê dê di 26’ê Gulanê de li Qada Îskele ya Kadikoyê bên danasîn. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de 60 stant ava kirin û ji 100 heb bêtir buroyên hilbijartinê vekirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi aşkerekirina namzetên HDP’ê re lez da xebatan. Dê di 24’ê gulanê de bi hemû namzetan re civîn pêk bê û pişt re hin bêtir dê derkevin qadan.    DAXUYANIYA HEVPAR DÊ BÊ DAYÎN    Di 25’ê gulanê de bi partiyên siyasî, rêxisitnên saziyên civakî, saziyên baweriyan û nûnerên gelan re dê civîna çapemeniyê li dar bixin. Dê piştevaniya ji bo HDP’ê carek din bê aşkerekirin û dê li qadan xebatan bêtir birêve bibin.    DÊ LI ÎSKELEYA KADIKOYÊ DANASÎNA NAMZETAN BIKIN    Dê di 26’ê gulanê de hemû namzetên HDP’ê yên Stenbolê li Qada Îskele ya Kadikoyê bên danasîn. Li bendê ye ku bi hezaran kes tev li vê çalakiya danasînê bibin û ji bo vê yekê xebatek bênavber tê birêvebirin.    Di 27’ê Gulanê de dê jin dakevin qadan. Bi beşdariya dehan saziyên jinan dê li Parka Abbasaga piştevaniya xwe ya ji bo HDP’ê eşkere bikin.    STANT VEDUGUHERIN MITÎNGAN    Heta niha li Stenbolê 60 stant hatine avakirin. Stantan li qadên herî qelebalix ên navçeyan vekirine û gel eleqeyek mezin nîşan dide. Bi taybetî stanta li Kadikoya Stenbolê hatiye vekirin rastî eleqeyek zêde tê. Li gel hemû zextên polîsan jî hemû gel û bawerî ji stantê venaqetin. Li stanta Esenyurtê jî herî zêde ji ber ku kurd li vê navçeyê dijîn rengê herêmê û kurdan li vê stantê xuya dike. Stranên kurdî li van stantan tên guhdarîkirin. Li gelek qadên din jî heman stant rastî heman eleqeyê din tên.    DÊ BUROYÊN JINAN BÊN VEKIRIN    Li Stenbolê di 10 rojan de her çiqas vekirina wan ne fermî be jî bi ser sedî re buroyên hilbijartinê vekirin. Li Stenbolê armanc ew e 150 buro bên vekirin. Nîvê buroyan dê yên jinan bin. Vekirina buroyên hilbijartinê yên jinan dê di 31’ê Gulanê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr pêk bê.    WESAYÎTÊN ANONSÊ YÊN JINAN CUDA DIGERIN    Nêzî 60 wesayîtên anonsê jî li kolanan digerin û xebata hilbijartinê birêve dibin. Ev wesayîtên propagandaya bi deng ji serê sibê heta êvarê kolan bi kolan û tax bi tax digerin. Ji van 60 wesayîtan 25 wesayît ji aliyê jinan ve tên xebitandin.    MILYONEK Û NÎV BELAVOK TÊN BELAVKIRIN    Di hefteyekê de 560 belavok hatin belavkirin. Milyonek belavok jî dê hefteya pêşiya me bên belavkirin. 250 hezar belavokên jinan ên hilbijartinê hatin belavkirin û dê rojên pêşiya me jî 250 hezar belavokên din jî bên belavkirin.    Li tevahiya bajêr 300 hezar alên HDP’ê hatindaliqandin. Ji bilî alan bi sed hezaran afiş li kolan û kuçeyan hatin daliqandin û bi hezaran pankart jî li nokteyên balkêş hatin daliqandin.    500 hezar afîşên namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş hatin daliqandin. 40 hezar postere wî û 600 hezar kartpostalên wî mal bi mal hatin belavkirin.