Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin 2018-05-22 12:33:02 AMED - Şandeya dadgehê di danişînê doza Medenî Yildirim ê di şermezarkirina çêkirina qereqolê ya sala 2013’an a li Lîcê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, xwest ji nû ve li cihê bûyerê keşif bê kirin. Li gundê Hêzan a navçeya Lîcê ya Amedê, di 28’ê Hezîran 2013’an de, Medenî Yildirim di şermezarkirina çêkirina qereqol û kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. 2’yemîn danişîna doza Medenî Yildirim û leşker Adem Çîftçî yê di dozê de berdayî tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hat dîtin. Di dozê de ji bo Çîftçî 18 cezayê girtîgehê tê xwestin. Bersûc Çîftçî beşdarî danişînê nebû. Dayîka Yildirim, xizmên Yildirim û parêzer beşdarî danişînê bûn.    Ji ber gurhertina şandeya dadgehê nişeyên danişînê hatin xwendin û dûre dayîka Yildirim Fahriye Yildirim axivî. Yildirim, îfadeyên xwe yên berê dûbare kirin û xwest bersûc bê cezakirin. Dûre parêzer Mehmet Emîn Aktar, parastin kir û wiha got: “Hatiye gotin ku ji ber ewlekariyê Qereqola Cendirmeyan nikare keşîf bike. Nabe ku mirov vê yekê bawer bike. Qereqolek çawan dibe ku ewlekariya xwe naparêze û bi hinceta ewlekariyê keşif nake? Ev qet nayê bawer kirin. Em dixwazin dadgeh bixwe keşif bike.”    Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr jî, parastin kir û xwest dadgeh bi xwe bidarê keşfê bibe.   Serokê dadgehê pirsa ji bo keşfê mirov dikare biçe qereqolê yan na kir. Baydemîr jî got, “Ji bo keşfê em jî çûn qereqolê û çûyîna wê derê heye.”    DADGEHÊ JI BO KEŞFÊ CARDN NIVÎS NIVÎSAND    Şandeya dadgehê biyar da ku dosyeya dozê bişînin Dadgeha Cezayê Eslî ya Lîcê û li ber qereqolê keşif bê kirin. Ji bo temam kirin kêmasiyên di dosyayê de, danişîn taloqî meha Cotmehê hat kirin.