Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek 2018-05-22 11:53:57   AMED - Ji bo dosyeya doza berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen a di pêvajoya Kobanê de ji ber bangên kirin lê hat vekirin, bi dosyeya doza Selahattîn Demîrtaş re bibe yek ji bo Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqerê nivîs hat nivîsandin.    3’yemîn danişîna doza Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen a di pêvajoya  Kobanê de ji ber bangên kirin lê hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat dîtin. Bilgen beşdarî danişînê bûn û parêzerên wî beşdar bûn. Berî danişîn destpê bike dozger xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temam kirin.  Dûre parêzera Bîlgen Atiye Arikan, parastin kir ku û xwest doza Bilgen bi doza namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re bikin yek. Arikan, da zanîn ku, ji ber dinavbera her du dosyayan de girêdanên hiqûqî û pêwendiyên wan bi hevre hene ew dixwazin dosye bibin yek.   Dadgehê piştî parastina parêzer biryar da û ji bo dosyayên Bîlgen û Demîrtaş bibin yek nivîs ji Dadgeha Cezayê Giran 19’emîn a Enqerê re nivîsand. Dadgehê xwest kêmasiyên di dosyeyê de bin temem kirin û doz taloqî Cohmetê kir.