Rojnamegerên hatin derbkirin sirgûnê Bafrayê kirin 2017-10-13 16:05:40 MÊRSÎN - Nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat û xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Serkan Erdogan sirgûnî Girtîgeha Bafrayê kirin. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Medyayê ya Dîcleyê (dîhaber) ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat û xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Serkan Erdogan ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê ya Mêrsînê ku berî demekê hatibû avakirin, sirgûnî Girtîgeha Bafrayê ya Samsunê kirin.   Rojnameger Alayumat û Erdogan dema li Girtîgeha Tarsusê bûn hatibûn tazîkirin û îşkence li wan hatibû kirin, ji ber îşkenceyê ji guhê xwe yê rastê kêm deng distand. Rêveberiya girtîgehê li cihê ku der barê berpirsyaran de lêpirsînê veke, rojnameger avêtibûn hucreya sungerî.