Rojnameger Dilîşan Îbîş di erişa DAIŞ'e de jiyana xwe ji dest da 2017-10-13 16:05:03 DÊRA ZOR - Di êrîşa DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)  Dilîşan Îbîş ku Pêngava Bagara Cizîrê dişopan jiyana xwe ji dest da. Nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn. Şevê din saet di 18.30’an de, dema sivîlên ku ji Dêra Zorê ji ber zilmê direvîn û xwestin bigêjin cihê ewle yên di bin kontrola QSD’ê, DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî pêk anî û maşîne teqandin. Di teqînê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa nûçegihana ANHA’yê  Dilîşan Îbîş jiyana xwe ji dest da. Her wiha nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemmed di nav de 43 sivîl birîndar bûn. Rizgar Denîz û Hogir Mihemed li nexweşxaneyan têne dermankirin. Rewşa Rizgar Deniz baş e Hogir Mihemed giran e, di bin kontrolê de ye.   ANHA peyamek da û wiha got: “Di serî de  ji malbata nûçegihana xwe re Dilîşan Îbiş û hemû malbatên qurbaniyên teqînê re sersaxî dixwazin û şîfaya lezgîn ji nûçegihan Rizgar Denîz û Hogir Mihemed û hemû birîndaran re dixwazin. Em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin."