Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye 2018-05-22 10:12:39   STENBOL – Nivîskar Tarik Ziya Ekîncî bal kişand ser girîngiya manîfestoya HDP’ê û got: “Tekane partiya alternatîf ya li dijî rejîma îro HDP ye.”    Nivîskar û siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekîncî têkildarî danezana HDP’ê ya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ji Ajansa Mezopotamyayê re nêrînê xwe anî ziman û danezanê şîrove kir.  Ekîncî destnîşan kir ku danezana HDP’ê polîtîkaya AKP’ê rexne dike û got: “Manîfestoyek berteka li dijî AKP’ê derket holê. Yanî li dijî pergala yek zilamiyê piralîbûnê diparêz e. Ev danezan demokrasiya parlamenteriyê, serdestiya hiqûqê, civakek pir çand, hemwelatîbûna mafên wekhev  ye û serxwebûna parastina rêxistinan diparêz e û radixe ber çavan. Bi vê yekê re guhertinek makezagonê tê dîtin. Bi berfirehî balê dikişîne ser rewşa aborî, perwerde û demokratîkbûna civakê. Radigîhîne ku dê demokrasiya bi lez bicih bîne. Ji pirsgirêkên jinan heta pirsgirêkên ciwanan û pirsgirêkên zarokan ên perwerde û tenduristiyê, pirsgirêka astengdaran girtiye dest. Dibêjin teqez em ê pirsgirêka kurd çareser bikin. Hemû pirsgirêkên civakî yek bi yek digire dest. Manîfestoyek xweşbêjiyê ye.”    ‘HDP BÊTIR DIKARE BIBE PIŞTEVANA SAZIYÊN CIVAKÎ’    Ekîncî bi berfirehî li ser kêmasiyên di manîfestoyê de jî rawestiya û got ku divê HDP ji pirsgirêkên karkeran bigire heta sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl bêtir rawestiya û got: “Lazim bû HDP bêtir bibe piştevanê saziyên civakî yên sivîl û sendîkayan. Çumkî saziyên civakî yên sivîl yek ji hêmên avakirina demokrasiyê ne. Di danezanê de têkildarî aştiyê hin gotin hene. Lê pir ne zelal in. Aştiya navxweyî tiştek ku hikumetê aciz dike. Pêkanîna aştiya navxweyî di heman demê de li dijî çekên hikumetê ye û divê bi berfirehî li ser vê bê rawestandin.”    ‘DEMÎRTAŞ JI BO DAWÎ LI YEK ZILAMIYÊ BÎNE TÊ’    Ekîncî bal kişand ser gotinên manîfestoya namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ên “Ez bibim Serokomar ez ê ewil xwe bê rayedar bikim û ji bo sazî demokratîk bibin ez ê rayedariya xwe bikar bînim” û got: “Birêz Demîrtaş dibêje ez wek serokomarek ji bo ku dawî li yek zilamiyê bînim têm. Ev hevokek xweş e. Ji bo me meriv bi bandor bibe hevokek hatiye bikaranîn.”    ‘PARASTINA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ PARASTINA XWESERIYÊ BIXWE YE’    Ekîncî bal kişand ser rexneyên “çima xweserî jî di manîfestoyê de tune bûye” û wiha dewam kir: “Jixwe dibêje ez ê pirsgirêka kurda çareser bikim. Li dijî hikumeta navendî dibêje ku ez ê rêveberiyên herêmî û polîtîkaya birêvebirina di cih de bişopînim. Jixwe ev tê wateya xweseriyê. Vê wisa aniye ziman. Di vir de kêmasiyek nîne. Ew rexne şaşîtiye.”    ‘PARTIYEK ALTERNATÎFA REJÎMÊ YE’    Ekîncî anî ziman ku HDP rêxistinek siyasî ya ku herî zêde mafê wekhev ê jinan diparêze û dinase û pergala hevserokatiyê û temsîliyeta jinan a ji sedî pêncî jî gelek erênî dibîne û wek gotinên xweş pênase kir.    Ekîncî herî dawî ev tişt got: “Ez her tim di nivîsê xwe de jî dibêjim; HDP li Tirkiyeyê tekane partiyek siyasî ya ku li dijî rejîmê derdikeve ye. Yanî HDP partiyek ku dikare hemû pergalan biguherîne ye. Peywîra wê jî guhertina pergalê ye.”    MA / Ferhat Çelîk