AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet 2018-05-22 09:30:52 ŞIRNEX – Seroka Baskên Jinan a AKP’ê Hatîce Atan, ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên li Şirnexê hatin kirin û wekî “serokên xeyrî fermî” yên şaredariyan dihat zanîn, ji AKP’ê bû namzetê Şirnexê.  Li Şirnexê ku di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de HDP’ê 85.5 ji sedî deng girtibûn û hemû parlementer qezenc kiribûn, AKP’ê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê Rizgin Birlik, Hatice Atan, Mehmet Emin Dindar û Mahmut Okten wekî namzet nîşan da. Ji van namzetên ku li bajêr tu hêz û bandorek wan tune ye, ya herî ecêb jî Hatce Atan e ku bi salan e li bajêr Seroka Baskên Jinan a AKP’ê ye.    ‘SEROKA XEYRÎ FERMÎ’ YA ŞERADARIYAN    Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya Şirnexê û navçeya Cizîrê hatin kirin, Atan wekî “seroka xeyrî fermî” ya van şaredariyan tê zanîn û li her derê tîne ziman ku ew keça manewî ya Serkomar Recep Tayyip Erdogan e. Di hemû çalakiyên şaredariyên navborî de, ew qurdeleyan jê dike û di protokolên bernameyên fermî di cih digire. Her wiha bi destê Atanê gelek kes ji kar hatine avêtin.    PIŞTÎ QEYÛM OFÎSÊN WÊ ZÊDE BÛN    Nemaze jî di dema girtina kar a di ser Îş-Kûr’ê re Atan dikeve dewrê û di heman demê de Seroka Komeleya Çand-Huner û Pêşvebirinê ya Birca Belekê ye jî. Dema Atan digere gelek polîs wê diparêzin û li Serokatiya AKP’ê ya Cizîrê, li Serokatiya AKP’ê ya Şirnexê û di nav Keleha Cizîrê de ofîsên wê hene.    DIBISTANÊN KURDÎ VEGUHERAND NAVENDÊN BIŞAVTINÊ    Atan, gelek saziyên jinan ên li Şirnexê guheran û ew veguharndin navendên dirûtinê. Her wiha Atan, naveroka dibistanên li bajêr ên bi kurdî perwerdehiyê didan jî vala kir û wan veguerand navendên qursên Qur’anê.    XWIŞKA XWE KIR MIDÛRA NIVÎSGEHA ŞAREDARIYÊ    Çend meh berê derketibû holê ku Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê sîgorteya Atanê radizîne û meaşê wê dide. Her wiha piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê hat kirin erka îmze avaêtinê ket destê Atanê û heta niha gelek xizmên xwe li şaredariyê bi cih kiriye. Atana ku li di gelek îhaleyan de navê wê derbas dibe û tê îdiakirin “bertîlê” distîne, herî dawî xwişka xwe Akîset Atanê li Midûriyeta Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Cizîrê bi cih kiribû.