Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in 2018-05-22 09:25:11 EDENE - Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg, diyar kir ku ew ê heta hilbijartinê bênavber li qadan bin û got: “Ji 15 parlementeran em ê 3’yan bişînin meclîsê, lê armanca me 4 in.”  HDP û DBP’a Edeneyê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bênavber dixebitin. HDP’a bajêr diyar kir ku armanca wan ji 15 parlementeran 4 e.    ‘EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’   Hevserokê DBP’a Edeneyê Mehmet Yaşik, diyar kir ku îtifaqa AKP-MHP’ê dixwaze HDP’ê di biniya bendavê de bihêle, lê belê kurd ji vê yekê natirsin û nêzî mehekê ye ew ji bo hilbijartinê dixebitin. Yaşik, destnîşan kir ku ew ê roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derkevin û got: “Li Edeneyê HDP di 7’ê Hezîranê de du parlementer qezenc kiribûn, lê di hilbijartina 1’ê Mijdarê de ji ber konsepta şer ev hejmar daket yekê. Lê niha hêviya me 4 parlementer in. Atmosfereke wisa heye. Em ê bi awayekî rast li gor vê atmosfere tev bigerin.”    'EM Ê XWE BIGIÎNIN HER DERDORÊ’    Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tûral jî, diyar kir ku wan bi rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr re hevdîtin çêkirine û wan dest bi xebatan kiriye. Tûral got: “Piştî van xebatan me bi awayekî lez û bez komîsyonên hilbijartinê ava kirin. Me li taxan jî dest bi xebatên xwe kir.” Tural, diyar kir ku dê xebatên wan dewam bikin û heta 24’ê Hezîranê armanca wan ew e ku xwe bigihînin hemû gel û rêxistinên demokratîk.  Tural bi lêv kir ku HDP hêviya bi milyonan jinên Tirkiyeyê ye û ji bo di hilbijartinê de bixebitin bang li hemû jinan kir.    Hevserokê HDP’a Bajêr Mehmet Mahsum Erîg jî, diyar kir ku wan vekirina buroyên xwe lezandiye û ji ber ew tim li kuçeyan e ew daîma ji bo hilbijartinan amade ne. Erîg, anî ziman ku ew ê biçin her malê û ji bo HDP’ê doza dengan bikin û got: “Em tim pêwendiyê bi mirovan re datînin. Em ê mal bi mal bigerin û rewşa xwe û welat vebêjin. Em ê bi ruhê 7’ê Hezîranê heftê 7 rojan û rojê 24 saetan li qadan bin.” Erîg, da zanîn ku wan di 7’ê Hezîranê de 2 parlementer şandibûn Meclîsê, lê belê niha hejmara parlementerên Edeneyê ji 13’an bûye 15 û got: “Em ê 3 parlementeran bişînin, lê armanca me 4 in.”