Rêwîtiya masîpankan dest pê kir 2018-05-22 09:23:52 WAN – Masîpankên ku li Wanê di nav ava bi soda de dijîn, ber bi deverên ava şirîn ve koç dikin. Masîpank ji bo ber bi deverên ava bi şirîn ve biçin, li hemberî pêlan li ber xwe didin. Gelek kes ji bo vê berxwedana wan temaşe bike, tên ber keviyên avê.  Masîpankên ku li deverên ava şirîn zêde dibin, niha ji Gola Wanê ber bi deverên ava şirîn ve koç dikin. Dema masîpank ji ava bi soda koç dikin, bereksê herîkîna avê diçin. Masîpank her sal di navbera 15’ê Nîsan û 15’ê Tîrmehê de koç dikin. Li Golana Wanê herî zêde masîpank li hêla Erdîşê ne. Dema wextê koçberkirina wan a ji ava bisoda ber bi ava şirîn dest pê dike, gelek kes tên li wan temaşe dikin. Di dema koçkirinê de ew liv û tevgera masîpankan a li hemberî pêlên dibe sedema dîmenên gelekî xweşik û cuda.    Peykertiraş û dîrokzan Şahvelat Kiliç ku li Erdîşê dijî, anî ziman ku ev liv û tevgera masiyan her sal rû dide û got: “Em tim ji bo masîgirtinê dihatin vir. Berê me debara xwe bi masiyan dikir. Masiyên Wanê ji du deveran tên. Yek ji Delîçayê û yê din jî robarê Zîlanê ye. Ji bo zêdebûnê berê xwe didin ava şirîn. A rastîn di ava bisoda de dijîn. Ev der wekî masiyên somonê yên li eyaleta Alaska ya Amerîkayê ne. Li Alaskayê çawa ku hirç masiyên somon dixwin, li vira jî hirçên ku 40 sal berê ji Kerdizê hatin, lê belê ji bêaqilî wan kuştin. Ew hirç dihatin vira û masî dixwarin. Ji ber zanyarên me yên xwezayê tune bûn, ew hirç hatin kuştin.”    DI DEMA ZÊDEBÛNÊ DE DIVÊ MASÎ NEYÊN GIRTIN    Kiliç, destnîşan kir ku masî bereksê pêlan tev digerin û dema xwe li zinaran dixin hêkan dikin û got: “Ji bo zêde bibin masî mecbûr in werin cihê ava şirîn. Eger di ava bisoda de hêkan bikin dê bimirin. Ya girîng ew e ku di dema zêdebûnê de masî neyên girtin.”    MA / Mujdat Can