Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin 2024-05-25 17:04:08 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî banga berdana girtiyên nexweş Siddik Guler ê 84 salî kir.  Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da. Aktîvîstên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê 84 salî ku li Girtîtgeha Menemena Îzmîrê tê ragirtin.    Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û bi qasî wan tespît kiriye 651 jê girtiyên rewşa wan giran û bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê rewşa wî giran e û got ku ew nikare hewcedariyên xwe yên jiyanî dabîn bike û pêdiviya wî bi destekê heye. Çevîrmen bal kişand ser nexweşiyên Guler û rewşa wî ya giştî û destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nikare derkeve hevdîtinê. Çevîrmen ji bo Guler banga berdana kir û got ku ji ber rewşa wî giran e û extiyar e divê demildest bê berdan.