Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in 2018-05-22 09:23:16 MÊRSÎN – Hunermend Kadîr Çat, bi straneke bi navê “Bêje Bese” çêkir û dê bi vê strana xwe piştgiriyê bide HDP’ê. Çat got: “Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in.”  Her ku hilbijartin nêz dibe, piştevaniya ji bo HDP’ê jî zêde dibe. Hunermend Kadîr Çat û Ebrû Şahînkaya, destnîşan kirin ku ji dawî li şer û kedxwariyê bê, ji bo pirsgirêkên civakê bên çareserkirin, ji bo huner û hunermend bi awayekî baş xwe îfade bikin divê piştevaniya HDP’ê bê kirin. Hunermend Çat bi kurdî û tirkî straneke bi navê “Bêje Bes/Dur de” çêkir û div ê strana xwe de bal dikişîne ser pirsgirêkên welat û diyar dike ku çareserî HDP ye.    Çat, diyar kir ku ew fikra wan hunermendan ew e ku ji bo cîhaneke bê şer û kedxwarî û ji bo huner bi awayekî azad bê îcrakirin divê piştevaniya HDP’ê bê kirin û got: “Loma ji bo hunermend xwe baş îfade bikin divê li cem HDP’ê cih bigirin. Çimkî niha li Tirkiyeyê nêvenga ku huner û hunermend herî baş xwe îfade bike, li dor HDP’ê ye. Ji ber ku HDP mafê herkesî diparêze û bêyî cudatiyê têxe navbera ziman, reng û olan çandan diparêze. Loma ez dibêjim HDP.”    Çat bal kişand ser îtifaqên hatine çêkirin û got: “Ev îtifaq dibêjin qey ew çend ji kurdan dûr bikevin wê bi ser bikevin. Lê belê bi vê yekê şaşitiyeke mezin dikin. Halbûkî, sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in. Demokrat û sosyalîst in. Niha gel di nav lêgerînekê de ne û ji ber vê tekane rizgariya Tirkiyeyê bi HDP’ê pêkan e. Gelên li Tirkiyeyê wekî mozaîkekê ne. Gelên li Tirkiyeyê divê pêşî li ser aştî û çareseriyê hûr bibin. Çimkî sedema bêhizûriya li Tirkiyeyê ji ber şer e. Ji bo dawî li şer bê û çareserî pêk bê, ji bo aştî, azadî û wekheviyê bang li hemû gelan dikim ku li dor HDP’ê kom bibin.”    Dê strana Çat “Dur de/ Bêje bese” çend roj şûnde bê weşandin. Gotinên stranê wiha ne:    Were xwişk û birayê min were   Destê xwe dirêj dikim ji te re   Ji bo na welatek demokratîk   Parve dikim dilê xwe bi te re   Navê dengê jinan HDP   Navê wekheviyê HDP   Navê azadiyê HDP   Navê birartiyê HDP