‘Hevdîtinên Edalet û Azadiyê’ li Hatayê didome: Qurbaniyên li Rehanliyê hatin bibîranîn 2024-05-25 16:53:15 HATAY - Li Hatayê di çarçoveya “Hevdîtinên Edalet û Azadiyê” de qurbaniyên Komkujiya Reyhaniyê hatin bibîranîn.  Li navçeya Antakyayê ya Hatayê di çarçoveya çalakiya “Hevdîtinên Edalet û Azadiyê” de qurbaniyên Komkujiya Rehyanliyê hatin bibîranîn. Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, parlamenterên DEM Partiyê Alî Bozan, Zeynep Odûncû û Sabahat Saritaş û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn li Cadeya Sakaryayê pêk hat.    Di bîranînê de dowîzên "Bijî berxwedana zindanan", "Dadgehên îstîklalê bi ser neketin hûnê jî b ser nekevin”, “Em ê komkujiya Rehyanliyê ji bîra nekin” û “Yên ku digotin Kobanê ket bila bizanibin Kobanê rûmeta me ye” hildan û dirûşm berz kirin.    Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê Seher Cevheroglû axivî û qurbaniyê komkujiyê bibîr anî û got ew ê li ser rêya cangoriyên xwe têkoşîna xwe bidomînin û hesab ji kujeran bixwazin.    'WELATÊ KOMKUJIYAN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Batmanê Zeynep Odûncî jî da zanîn ku welat veguheriye “welatê faîl nediyar û komkujiyan û kujerên rasteqîn ên Komkujiya Rehyanliyê nehatine darizandin û ji ber vê yekê komkujiyên li Amed, Pirsûs, Dîlok û Enqereyê pêk hatin. Odûncû diyar kir ku AKP-MHP ji van komkujiyan berpirsiyar e û xwest siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî ne bên berdan. Odûncû got ew hemû cangoriyên xwe yên li Kobanê, Reyhanliyê, Amedê bi bîr tînin û heta ku berpirsên rasteqîn ên van dozan bên darizandin û cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    ‘HETA AZADIYÊ’    Hevserokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz jî Komkujiya Rehyanliyê ku 11 sal berê qewimî bi bîr xist û komkujiyên hatine kirin şermezar kir. Tîtîz bal kişand ser biryarên Doza Kobanê û xwest hemû siyasetmedarên ji Doza Kobanê bên berdan û ew ê heta azadiyê têkoşîna xwe bidomînin û paş ve gav neavêjin.   Di daxuyaniyê de navê siyasetmedarên girtî yek bi yek hat xwendin û çalakî bi dawî bû.