Li Erziromê jinek hat qetilkirin 2024-05-24 13:03:32   ERZIROM - Li navçeya Palandokena Erziromê Hamgul Çîgerlî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.    Li navçeya Palandokena Erziromê Halîl Çîgerlî (71) hevjîna xwe Hamgul Çîgerlî (73) kuşt. Bûyer serê sibehê qewimiye û gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li malê lêkolîn kirin û diyar kirin ku Hamgul Çîgerlî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê. Hat zanîn ku piştî karûbarên otopsiye cenaze dê li navçeya Palandokenê bê veşartin.    Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de Halîl Çîgerlî hat binçavkirin.