DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî 2024-05-24 12:18:47   ŞIRNEX - Komên DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malên şêniyên gundê Sewadî yê bajarokê Findikê de girtin û li xelkê gund bi awayekî keyfî cezayê “bikaranîna ceyrana qaçax” birî.    Komên Şîrketa Anonîm a Firotina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) tevî cendirmeyan li gundê Sewadî yê bajarokê Findikê yê navçeya Basa ya Şirnexê bi ser malan de girtin. Komên DEDAŞ’ê bi awayekî keyfî li 51 aboneyan bi îdiaya “bikaranîna ceyrana qaçax” ceza birî. Şêniyên gund gotin ku wan ceyrana qaçax bi kar ne anîne û li dijî cezayên ji 110 hezar TL’an ve dest pê dikin dê serlêdana sûc bikin.    ÎDIAYA ‘ÇÊR Û GEFXWARINÊ’   Şêniyên gund bertek nîşanî birîna cezayan dan û gotin ku fermandarê qereqolê çêr û heqaret li wan kiriye û gef xwariye. Gundiyan got ku fermandar ji wan re gotiye; “Heta ku ez tiştekî bi serê vî gundî neyînim dê nesekinim.”