Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye 2024-05-24 09:50:08 MÊRDÎN - Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê ku li ser sandelyeya biteker jiyana xwe didome bersiva, “Dikare bi gopal bimeşe" da.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan di 19’ê hezîrana 2023’yan de rewşa girtiyê nexweşê ALS’ê Abdulkadîr Kuday biribû rojeva Meclisê û rewşa girtî ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç pirsî bû. Tanhan di pêşniyarpirsa xwe de gotibû ku Kuday felc bûye û nikare bi tena serê xwe bijî. Her di pêşniyarpirsê de hat destnîşankirin ku Kuday li gel Serdar Yildirim ê ji sedî 93’ê astengdar e û hevalê wî yê qawîşê ye dimîne û alîkariya wî dike. Her wiha hatibû gotin ku daxwaza parezeran a bila înfaza Kuday bê taloqkirin jî hatiye rekirin.    Tanhan ji Wezîrê Dadê pirsa, “Gelo wezareta we ji bo girtî Abdulkadîr Kuday tu hewldanek kiriye” kiribû.    BERSIVA WEZARETÊ: DIKARE BI GOPAL BIMEŞE    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç piştî salekê bersiva pêşniyarpirsa Kamûran Tanhanda. Wezîr Tunç di bersiva daye de îdia dike ku tu raporek tenduristiyê ku Abdulkadîr Kuday felc bûye nayê dîtin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç her wiha bersivek din jî a sosret da û got: “Kuday dikar bi gopal bimeşe û dikare hwecedariyên xwe yên şexsî dabîn bike.”    Her wiha rapora der barê Kuday de “Nikare bi tena serê xwe bijî” ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) hatibû amadekirin jî di bersiva wezîr Yilmaz Tunç de cih digire. Di bersivê de hatiye destnîşankirin ku Kuday 3 daxwaznameyan şandiye wezaretê û ev daxwazname ji bo cihê pêwendîdar hatine şandin û ev parastin hat kirin: “Sazî hemû kar û barên xwe li gorî hukmên mevzûatê bi rê ve dibe.”    DER BARÊ ABDULKADÎR KUDAY DE    Abdulkadîr Kuday, li Mêrdînê di dema çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê de hatiye binçavkirin û paşê tê girtin. Kuday ewilî di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de tê hiştin û paşê ew sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê dikin. Li vir nexweşîn li Kuday peyda dibin û 4 salan li ser hev sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Lê piştî hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên mafê mirovan, sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Di sala 2021'ê de bijîşkan teşhîs kiriye ku fitiq pê re heye. Piştî vê Kuday di hezîrana 2021'ê de tê emeliyatkirin, lê gava piştî emeliyatê nexweşîna wî 3 mehan dewam dike, vê carê derket holê ku teşhîsa hatiye kirin şaş e.    FELC DIBE    Piştî muayene û tetkîkan, derketiye holê ku nexweşîna ALS'ê pê re heye û piştî wextekê felc dibe. Ji ber vê Kuday nikare bi tena serê xwe lazmatiyê xwe dabîn bike. Kuday di çileya 2022'yan de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hat kirin. Kuday ku ji ber grevên birçîbûnê nexweşînên mîdeyê jî lê peyda bûne, niha di nava ciyan de ye û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.    MA / Ahmet Kanbal