'Bila dewlet sozê ku daye bi cih bîne' 2017-10-13 15:07:12 AMED - Baroya Amedê her hefte ji bo kujerên parêzer Tahîr Elçî b^ne dîtin çalakiyê li dar dixe. Di çalakiya vê hefteyê de parêzeran bang li dewletê kir û ev tişt got: "Dewletê soz dabû ku dê dosyayê zelal bike, bila sozê xwe pêk bîne." Di 28'e Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a li Sûrê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî hatibû qetilkirin. Baroya Amedê ji bo kujer bên dîtin di hefteya 96'an de çalakî pêk anî. Di çalakiya ku gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdar bûn de, pankarta "Em ê te ji bîr nekin" vekirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî xwend û da zanîn ku ew her hefte heman bangê dikin û got ku "Her hefte heman daxuyaniyê dewlet bi me dide gotin."   Ozmen bi parêzerên hevalên xwe re bang li dewletê kirin ku dozê zelal bike û xwest sozên ku dane wan bila pêkbînin.