Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan 2024-05-23 16:45:58   RIHA - Duh li Rihayê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi ser gelek malan de hate girtin û 8 ciwan hatibûn binçavkirin. Her 8 ciwan jî hatin berdan.    Duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li bajar bi ser gelek malan de hate girtin û 8 ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Karûbarê îfadegirtinê yê ciwanan ê li Midûriyeta Emniyetê xelas bû û îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Ciwanên ku îfadeyên xwe yên li emniyetê dubare kirin, tawanbarî red kirin.    Dadgeriyê jî ji bo ciwanên bi navên Îzzet Çelîk, Abdullah Sarisu, Mehmet Veysel Say, Mizgîn Çîfçî, Azad Koç, Halîl Kaya, Keje Ak û Abdul Semîh Guç bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.