Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin 2024-05-23 16:39:14 ENQERE - Înîsiyatîfa Qanûna Ji bo Jiyanê, ji bo nerazîbûnê nîşanî amadekariyên pêşniyarqanûna "kuştina" sewalên li kuçeyan bidin, li ber Meclisê ev bang kir: “Em ji bo sewalan bibin yek deng.”    Înîsiyatîfa Qanûna Jibo Jiyanê têkildarî amadekariya pêşniyarqanûna “kuştina” sewalên li kuçeyan ku ji aliyê îktidarê ve tên kirin, li Parka Meclisê daxuyanî dan. Endamên Înîsiyatîfê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Dovîz hatin hildan û dirûşma “Ji sewalan re, ji mirovan re, ji ser rûyê erdê re azadî” hat berzkirin.    Dildara Parastina Sewalên Xwecihî Gulîz Gunduz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew pêşnûmeqanûnê wek “qetlîamê” dinirxînin û dê îro ev pêşnûmeya ku tê maneya “fermana kuştina kuçikan” dê îro li Meclisê bê axaftin. Gunduz anî ziman ku ew li dijî vê pêşnûmeyê ji bo parastina kuçikên li kuçeyan û şêniyên taxê li vir in û li dijî qetlîaman ew yek beden in. Gunduz xwest her kes li dijî kuştina sewalan rabe û her roj ji bo parastina sewalan bibin yek deng.