DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe 2024-05-23 16:25:14 RIHA - DEM Partiyê li navçeya Curnê Reş ku dê hilbijartin lê bê dubarekirin, lez da xebatên xwe.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina Şaredariya Curnê Reş a Rihayê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, lez da xebatên xwe. Parlamenterên DEM Partiyê Zulkuf Uçar û Sînan Çîftyurek, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gelek kesên din tev li xebatan bûn. Di çarçoveya xebatan de çûn serdana navenda navçeyê û gundên wê.    PROJEYÊN XWE VEGOTIN   Şandeya ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar û namzeta Hevşaredariya Curnê Reş Serhan Paydaş di nav de bû, li gundê Hoşînê derî bi derî geriyan û bi welatiyan re civiyan. Şandeyê projeyên xwe vegotin û belavok belav kirin. Welatiyên ku bertek nîşanî betalkirina hilbijartinê dan, gotin ku dê DEM Partî îcar bi ferqekî mezintir bi ser keve.    SERDANÊN PIŞTEVANIYÊ   Şandeya ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek û namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Garîp Yeşîl di nav de jî xebatên xwe li gundên Qûlaplî û Goktepeyê domandin. Di serdanên malan de şandeyê li pirsgirêkên welatiyan guhdarî kirin. Şandeya ku hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê û namzetên endamtiya meclisa şaredariyê di nav de jî li navenda navçeyê belavok belav kirin û piştgirî xwestin.