Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin 2024-05-23 16:13:51 AMED - Di danişîna doza zarokê 14 salî Y.D. ku îşkence lê hatibû kirin de dozger ji bersûcan re 14 sal û 6 meh ceza xwest.    Li navçeya Licê ya Amedê piştî pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adara 2023’yan de polîsan zarokê 14 salî Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. Ji amirê polîsan Aykut Oral û polîsên bi navê Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak ji doza der barê wan de hatiye vekirin tên darizandin. Her pênc polîs jî ne girtî ne û ji “gefxwarina azadiyê” tên darizandinê. Danişîna çaremîn a dozê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê hat lidarxistin.    Malbata Y.D. û parêzerê wan Mehdî Ozdemîr beşdarî danişînê bûn.    Di danişînê de dozger ango meqamê îdiayê mutala xwe pêşkêş kir. Dozger xwest ji sûcên “kes ji azadiya wî bêpar hiştine” û “zirar dane mal” bersûc bi 14 sal û 6 mehan bên cezakirin.    Parêzer li dijî mutalayê axivî û daxwaziya dema zêde kir. Dadgehê xwest kontrola edlî ya der barê polîsan de berdewam bike û daxwaza dema zêde ya parêzer qebûl kir û danişînê taloqî 5’ê hezîranê kir.